Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Silêmaniyê: Em nîgeran in

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Firokexaneya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê şermezar kir û ragihand ku ew ji aloziyên piştî wê bi fikar in. Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê got jî “Li şûna sûcdarkirin, divê ji bo ji holê rakirina sedeman gav bên avêtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa esmanî ya duh li ser karwaneke ku leşkerên Amerîkî jî tê de bûn li nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşê şermezar kir û got, "Em ji aloziya piştî êrîşê nîgeran in."

Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo lêkolîna li ser jêder û sedema bûyerê bi erka xwe rabin û diyar kir ku divê bûyer û encamên wê bi awayekî rast bên nirxandin û li “şûna sûcdarkirinan ji bo ji holê rakirina sedeman gav bên avêtin.”

Serokatî amaje bi wê yekê jî kir ku asayîş û aramiya xelkê Silêmanî û Herêma Kurdistanê karê sereke yê rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û got, "Bi ti sedemekê rê nayê dayîn ku ev yek bikeve metirsiyê."

Çi bûbû?

Duh li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê êrîşeke hewayî hat kirin û hat diyarkirin ku armanca êrîşê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên ku dibêjin Mazlûm Kobanî hatiye hedefgirtin red kiribûn.

Ji Amerîkayê daxuyanî

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) Joe Buccino ragihand ku leşkerên Amerîkî jî di konvoya armanckirî de bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst