Mazlum Ebdî derbarê êrişa ser Firokexaneya Silêmaniyê daxuyaniyek da

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Firokexaneya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Kobanî derbarê êrişa ser Firokxanyea Silêmaniyê de got “Em bi tundî armanckirina firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedan aliyekî metirsîdar in.”

Di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat û hat îdiakirin ku armanca teqînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrîşa li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Mazlûm Kobanî di daxuyaniya xwe de êrîşa li firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û dibêje “Em bi tundî armanckirina firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedan aliyekî metirsîdar in.”

Fermandarê HSDê amaje bi wê yekê kir kir ku helwsta YNK nerihet kiriye û got “Helwesta niştimanî ya YNK’ê ya ji bo piştgiriya birayên xwe yên li Sûriyê, Tirkiye nîgeran kiriye.”

Mazlum Kobanî diyar kir ku ew dê peywendiyên xwe bi hevpeymanên xwe yên Silêmaniyê re bidomînin û wiha dibêje “Emê peywendiyên xwe bi birayên xwe û hevalbendên Silêmaniyê re berdewam bikin, li hember van binpêkirinan em di heman eniyê de ne.”

Çi bûbû?

Di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat û hat diyarkirin ku armanca teqînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û tê de anî ziman, “Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li himber hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Qada esmanî hatibû girtin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku heta 3’ê Tîrmehê qada hewayî ya Tirkiyê ji geştên hewayî yên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye girtin. Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKK’ê yên li Silêmaniyê” hatiye nîşandan.

Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) ku rojane 2 geştên esmanî bo Silêmaniyê  hene, di 3yê Nîsanê de ragihandibû ku wan hemû geştên balafirgeha Silêmaniyê dane sekinandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst