Bafil Talebanî li ser êrîşa firokexaneya Silêmaniyê: An Kurdistan an neman

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişa hewayî ya êvara borî ya li derdora firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.

Bafil Talebanî têkildarî êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Talebanî têkdana aramiya Herêma Kurdistanê weke “xeta sor” bi nav kir û got, “Yan Kurdistan yan neman.”

Serokê YNK Bafil Talebanî dibêje “Em bi tundî êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê û hewldanên têkçûyî yên nokerên biyanî yên bi armanca têkbirina ewlehiya parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikin.”

Talebani di beşeke din a daxuyaniya xwe de got “Kiryarên tawankarî û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serpereştiya dezgeheke îstixbarata asayişa navxwe, ne kêm in û dîrokeke me ya dirêj bi wan re heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek gelek serttir û qehremantir in ku navûdengê wê pîs bike û jiyana xelkê wê têk bibe.”

Herwiha Talebanî ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di dema borî de ji bo parastina yekrêziyê û bidestxistina berjewendiyên bilind ên gelê sebir kirine û wiha got “Lê berdewamiya reftarên ne guncaw yên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke takekesî û xwesepandî de hemû sînor derbas kiriye.”

Talebanî amaje bi wê kê kir ku ew bi Kurdbûna xwe ser bilindin aramiya herêmê ji bo wan xeta sor e û wiha dibê “Em şanaziyê bi Kurdbûna xwe û bi Kurdayetiyê xwe dikin. Di dilê me de Kurdistan heye û em ji bo jiyana gelê xwe rûbirûyî hemû metirsiyan bûne û emê rûbirûyê wan bibin. Xerakirina aramiya herêmê û Silêmaniyê xeta sor e.”

Serokê YNKê Bafil Talebanî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got “Em ê careke din û bi dengekî bilindtir bibêjin, `Yan Kurdistan yan nema`.”