Saziya Keşnasiyê ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya bahozê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê Bedlîs, Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê hişyariya ba û bahozê da û li gor zanyariyan dê li cihên bilind ên herêma Serhedê jî berf bibare.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an li piraniya parêzgehên Tirkiyê dê baran bibare û li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî ba û bahoz heye ku divê li gor vê yekê tedbîr bên wergirtin.

Her wiha tê texmînkirin ku ji îro û pê ve li seranserî Tirkiyê pileya germê 2 heta 4 pile zêde bibe.

Ligel destpêkirina demsala biharê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hîn jî barîna berf û baranê berdewam e. Bi taybetî li parêzgehên herêma Serhedê du demsal bi hev re tên dîtin.