CENTCOM: Di konvoya ku li Silêmaniyê hat armanckirin de leşkerên Amerîkî jî hebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di konvoya ku li Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê hatiye aramanckirin de karmendên serbazî jî hebûne.

Rayedarên Amerîkî ragihandin ku roja Îniyê lê Herêma Kurdistanê di êrîşeke dronî de serkirdeyekî Kurd yê Sûrî kir armanc, ku hevalbendê Amerîka ye di şerê dijî DAIŞê de.

Di dema êrîşê de 3 personelên leşkerî yên Amerîkî bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re di konvoyê de bûne û kuştî û birîndar çênebûn.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino, di derbarê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva rojnameya The Wall Street Journalê da.

Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino got “Ez piştrast dikim ku li Silêmanî ya Herêma Kurdistana Iraqê li dijî konvoyekê êrîşek pêk hat. Di wê karwanê de karmendên leşkerî yên Amerîkî jî hebûn. Kuştî û birîndar çênebûn. Niha em li ser vê êrîşê lêkolîn dikin.”

Joe Buccino diyar kir ku ew li dijî êrîşê ne û dibêje “Em bi tundî li dijî her kiryara ku ewlekarî û ewlehiya personelên Amerîkî dixe xetereyê ne. Hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê dimînin ji bo piştgirîya hêzên hevkarên xwecihî ji bo bidestxistina têkçûna mayînde ya DAIŞê.

Herwiha di daxuyaniya CENTCOMê de bi taybetî behsa Tirkiyê û Mazlûm Kobanî nehat kirin.

Çi bûbû

Di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat û hat diyarkirin ku armanca teqînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û tê de anî ziman, “Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li himber hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Qada esmanî hatibû girtin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku heta 3’ê Tîrmehê qada hewayî ya Tirkiyê ji geştên hewayî yên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye girtin. Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKK’ê yên li Silêmaniyê” hatiye nîşandan.

Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) ku rojane 2 geştên esmanî bo Silêmaniyê  hene, di 3yê Nîsanê de ragihandibû ku wan hemû geştên balafirgeha Silêmaniyê dane sekinandin.