Serokê Partiya Saadetê bo zaroka Sûrî: Divê axîna kesên bê guneh li erdê nemîne

08-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu derbarê kuştina keça 9 salî ya xelkê Sûriyê de got: “Divê hesabê vê xirabiyê, vê wehşetê û vê qetilkirinê were pirsîn; divê axîna kesên bê guneh li erdê nemîne.”

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu îro Şemiyê 8ê Nîsanê derbarê kuştina keça 9 salî Gîna Mercîmek de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Temel Karamollaoglu nivîsiye: “Li Kîlîsê keça me ya 9 salî ya bi navê Gîna rastî îstîsmarê hat û bi awayekî hovane hat qetilkirin, li beramberî vê kiryarê gotin di qirika me de dimîne, ez nizanim çi bêjim. Divê hesabê vê xerabiyê, vê hovîtiyê, vê qetilkirinê bi awayekî herî giran bê pirsîn; Divê axîna kesên bê guneh li erdê nemîne.”

Roja 4ê Nîsanê li Taxa Selvîlî li kolana Medrese ya Kilîsê demjimêrên nîvro keça 9 salî ya bi navê Gîne Mercîmek a xelkê Sûriyê dema ji dibistanê vedigere malê û wenda dibe. Roja 5ê Nîsanê termê wê keça 9 salî di bîra di hewşa mala kesê bi navê H.B de hate dîtin. Li gor agahiyan pirêkêtek bi sitûyê Gîne Mercîmek hatibû girêdan dakû binav bibe.

Heman rojê wek gumanbar kesê bi navê H.B yê xwediyê wê male hatibû desteserkirin piştî wê li dadgehê bi sedema “Kuştina bizanbûn” ew kes hate girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst