Serok Barzanî: Hêvîdar im Cejna Qiyamê bibe wesileyê xurtkirina biratiyê

08-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de got: “Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratiyê.”

Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023yan  peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de  pîrozbahî li Mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir. 

Di peyama xwe de Mesûd Barzanî dibêje: “Bi boneya hatina cejna Qiyamê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.”

Barzanî got: “Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratî û tebayê di navbera hemû netewe û peyrewên hemû olan de li navçeya me. Bi vê boneyê hêviya aştî, şadî û bextewariyê ji hemû xwişk û birayên me yên Kiristiyan re dixwazim. Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst