Erebên hawirde li Efrînê dijî hikûmeta demkî xwepêşandan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, şeva borî,  Erebên hawirde û kesûkarên çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê li dijî hikûmeta demkî ya opozisyonê xwepêşandan kirin. Di xwepêşandana nerazîbûnê de, hin beşdaran wêneyên serokê hikûmeta demkî Ebdulrehman Mistefa şewitandin.

Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê  Erebên hawirde û kesûkarên çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê li dijî hikûmeta demkî ya opozisyonê xwepêşanda kirin û sloganan bilind kirin. Di xwepêşandana nerazîbûnê de, hin beşdaran wêneyên Serokê Hikûmeta Demkî Ebdulrehman Mistefa şewitandin.

Xwepêşander nerazîbûna xwe ji nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê nîşan didin.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Sûrî ya Niştimanî Abidîn Reşo,  ku beşek e ji opozisyona Sûriyê li derveyî Îtîlafa nêzîkê Tirkiyê, ji Rûdawê re got; xwepêşandan ji encama nakokiyên grûpên çekdar e.

Beşdarên xwepêşandanê hikûmeta demkî ya Sûriyê û hevpeymaniya opozisyona Sûriyê bi wê yekê tohmetbar dikin ku li hember nêzîkbûna Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê bêdeng û bêhelwêst in.