Grûpeke çekdar îşkence li welatiyekî Kurd kirin û ew şelandin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke çekdar welatiyekî Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandine, bi tundî îşkence kirine û ew şelandine.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihand ku 7 çekdarên bi cilûbergên Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê welatiyê Kurd Mihemed Axreş yê 40 salî, revandine û pereyên wî jê standine.

Roja çarşemê, 5 vê mehê  çekdaran ew kesê Kurd li nêzîk gundê Baflorê girtine û birine nav zeviyekî zeytûnan û li wir bi tundî lê xistine û 3000 dolar û 2000 lîreyên Tirkî jê standine.

Ew kes xelkê gundê Sinarê ye û bazirganê zeytê ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.