Li Mûşê rêya bi 5 metre berf hatibû girtin hat vekirin

08-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ekîbên Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê di werza zivistanê de bi armanca ku rêyên berfê girtibûn vekin li ser karê xwe bûn. Ligel biharê karê ekîbê neqediya û di meha nîsanê de wan rêya gundê Uçevlerê di nav 5 rojan de vekir.

Tîma girêdayî Rêveberiya Xizmetên Rê û Gihandinê ji bo vekirina rêya gundê Uçevlerê 5 roj berê dest bi xebatê kirin.

Li herêma raqima wê 2 hezar û 500 e ligel metirsiya aşûtê tîma rêvekirinê dest bi xebatê kir, lê ji ber bahoz û cemedê zehmetî kişandin.

Li ser rêya ku hin deverên wê ji 5 metreyan zêdetir berf hebû û makîneyên rêvekirinê di nav de winda bûn xebatê dest pê kir. Di encama xebata 5 rojan dewam kir de rêya pê digihêjin 10 gund û 21 goman hat vekirin.

Parêzgarê Mûşê Îlker Gunduzoz daxuyanî bi bîr xist ku ji bajarên li hemberî berfê herî zêde xebat lê tê kirin yek jê Mûş e û got: "Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêvekirinê xebatên xwe didomînin. Li herêma Uçevlerê di navbera 7 û 10 metreyî de berf kom dibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst