Derbarê axaftinên di vekirina ofîseke YSPê de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê axaftinên ku di vekirina ofîseke hilbijartinan a Partiya Kesk a  Çep (YSP) de hatine kirin, lêpirsîn da destpêkirin.

Partiya Çep a Kesk (YSP) şeva borî 7ê Nîsana 2023an li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ofîseke xwe ya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirina ofîsê de hejmareke zêde nûner, endam  û berpirsên HDP û YSP û xelkê navçeyê beşdar bûn.

Kesên ku beşdarî merasîmê bûn slogan bilind kirin û meşxel pêxistin. Hejmareke zêde ya hêzên ewlakariyê jî li ber deriyê ofîsa hilbijartinan a YSPê hatibûn bicîhkirin û çend caran alozî derketin.

Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun di merasîmê de axivî û got: “Kesên di hilbijartinên 14ê Gulanê de biserkevin dê jinên Kurd bin. Kurdistana Iraq, Îran, Sûriyê û Rojhilata Navîn dê qezenc bike.”

Polîsan li ser vê yekê hişyarî dan parlamentera HDPê ku eger dawî li axaftinên xwe yên bi vî awayî neyîne dê destwerdanê bikin. Tevî ku piştî vê hişyariya polîsan axaftin bi dawî bû, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derberê wan axaftinên ku di destpêka merasîmê de hatine kirin lêpirsîn da destpêkirin.