Li Xurmatû ji ber tozbarînê 5 kes mirin

08-04-2022
RÛDAW
Nîşan Xurmatû Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû, Şêrwan Endulrehîm ji Rûdawê re ragihand, ji ber tozbarînê 5 welatiyan niştecihê Xurmatû canê xwe ji dest dane.

Şêrwan Ebdulrehîm ji Rûdawê re got, “ji ber tozbarînê 5 welatiyan li Xurmatû canê xwe ji dest dane û çend kesên din rastî bêhntengiyê hatine û çareseriyê werdigirin.”

Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû diyar kir, “heta demjimêr 12:50ê nîveşeva Înê 8ê Nîsana 2022an bi sedema tozbarînê 21 kes li wê navçeyê rakirine nexweşxaneyê ku 5 ji wan kesan jiyana xwe ji dest dane.”

Bi gotina wî berpirsê Nexweşxaneya Xurmatû, ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, yek jê Kurd, du Ereb û du kes jî Tirkmen in û temenê wan di navbera 43 salî heta 86 saliyê de ye.

Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû canjidestdana 5 kesan ji ber tozbarînê li navçeyê weke “bûyereke bê mînak” bi nav dike û dibêje, “Em daxwaz ji hemwelatiyan dikin eger ji bo karekî gelekî pêwîst nebe ji mal neçin derve, herwiha dema derketina ji mal jî maskê deynin.”

Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê jî derbarê rewşa hewayê di roja înê de pêşbînî kiriye ku esman îro ewrî be, tozbarîn heta danê êvarê berdewam be û bi egere zêde êvarê baran bibare.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst