Şerefxan Cizîrî: Rayedarên dewletê di pirsa Kurdî de tu çareserî pêşkêş nekirine

08-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand ku heta niha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareserî pêşkêşî gelê Kurd nekirine û di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştgûh dikin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî xebatên platform û daxuyaniya Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê ya derbarê zimanê Kurdî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Şerefxan Cizîrî ragihand ku Komisyona 21ê Sibatê ku kampanyayekî ji bona perwerdê bi zimanê Kurdî destpê kiriye, bi zelalî ji rayedarên dewletê dixwaze ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û bibe zimanê fermî û got: “Ji bona vê armancê Komisyona 21ê Sıbatê îmzeyan kom dike. Him li ser internetê û him jî fizîkî ev xebat bi biryardarî berdewam e. Platforma Zimanê Kurdî aktif di nava vê xebatê de ye. Em dixwazin ku gelê me gelekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibe.”

Cizîrî da zanîn ku ew piştî kampanya ji bo zimanê Kurdî gelek caran tûşî çalakî, peyam û daxuyanîyên berpirsên dewletê jî dibin û wiha pê de çû: “Berpirsên dewletê di pirsa zimanê Kurdî de gelek caran bi xwe re dikevin nava nakokiyan. Ya herî dawî jî me ji Wezirê Perwerdeyê  Ziya Selçûk bihistiyê. Wezîr Selçûk di bersiva xwe ya ku daye parlamenterê Sêrtê Siddik Taş de, dibêje; “Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” Mirov di van bersivan de bi rastî matmayî dimîne. Ma gelo wezirê perwerdê nizane ku îro li dibistanên navîn û hinek zanîngehan perwerdehî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din ji dibe? Ma dersên bijarte û perwerda li zanîngehan ne bi zimanê Kurdî dibe? Ma gelo ev ziman hemû ji ne zimanên dayîka ne? Ev çi sergêjekîye? Ma tenê zimanê Tırkî zimanê dayîkê ye? Weke ku baş diyar e, her ziman bi xwe zimanê dayikekê ye!”

Derbarê daxuyaniya Wezirê Perwerdê yê Tirkiyê Ziya Selçuk  de got: “Ziya Selçuk bi xwe di zanista perwerdê de profesor e. Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wisa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşi raya giştî bikin. Mirovên wisa divabû xwedî li mafê mirovan, nirxên demokrasi û wekheviyê derkevin û li çareseriyên pirsgirêkan bigerin. Lê dubarekirina dîtin û helwestên ku bi sedsalan e Komara Tirkiyê parastine, îro bi rastî xitimîne. Ev tiştekî eşkere ye. Heta niha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareserîyên tebût pêşkêşî gelê Kurd nekirine. Di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştgûh dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Cizîrî herwiha got: “Li beramberî van helwest û dîtinên şaş, em ji weke Platforma Zimanê Kurdî bangî gelê xwe dikin; bi hemû hêza xwe, baweriya xwe, bi parastîna mafê zimanê xwe beşdarî kampanyaya zimanê Kurdî bibin. Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye! Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst