Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan yekrêzî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 8ê Nîsana 2021ê ligel li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya.
Piştî civînê ji aliyê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ve daxuniyek hat belavkirin û tê de hat diyar kirin ku di d kombûnê de ku cîgirên Serok amade bûn, rewşa Iraq û navçeyê, peywendiyên derekiyên Herêma Kurdistanê, serdana Nêçîrvan Barzanî ya Fransa, rola Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên siyasiyên nû de, peywendiyên Hewlêr – Bexda, diyaloga stratejiya Amerîka – Iraq û beşdarî û rola Herêma Kurdistanê ya têde, hilbijartinên Iraq, rewşa navxe û peywendiya di navbera pêkhat û aliyên siyasî de hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê di civînê de ji bilî tekezkirina destxweşî û pêzanînên ji bo destpêşxeriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û komkirina hêz û aliyên siyasî, tekez li ser pêwîstî û girîngiya yekrêzî, tebayî, guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasî de ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.
Di daxuyaniyeê de hate gotin: “Di kombûnê de pejirandina yasaya budceya Iraqê ji hengavekî erênî ya ber bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê dane zanîn û hêvî xwestin yasa bê bicîhkirin û karvedaneke erênî li ser jiyan û guzeraniya welatiyan û rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê hebê û rêxweşker be ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera herdu aliyan ya li ser bingeha destûr û li çarçêweya sîstema federalî de.”
Herwiha di civînê de tekez kirin ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û desteberkirina mafên destûrî, parastina destkeftan û pêngavên ji bo paşerojeke baştir, rastbînî û hestkirina bi berpirsiyariya hemuyan, pêkvekarkirin, hevbeşî, tebayî û yekrêzî dixwazê û bi girîngiyê ve tekez li proseya çaksazî û karkirina ji bo baştirkirina debara welatiyan û pêwîstiya parastina azadiyan û azadiya raderbirîn û danîna çarçowe û mekanîzmeke ji bo berdewamiya van civînan kirin.
Barzanî ji bo bi deng ve hatina vexwendinê û sazdana vê civînê spasî hêz û aliyên siyasî kir û tekez kir ku “take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan û pêgeha destûr û federaliya Herêma Kurdistanê, tebayî û pêkveyî û yekrêzî ye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî bi vê navê berdewam dibe û bi sêwan û keprê komkerê hemuyan dimîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse