HRE: 14 leşker û çekdar hatin kuştin

08-04-2021
RÛDAW
Nîşan HRE Hêzên Rizgariya Efrînê Leşker Çekdar Artêşa Tirkiyê Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şer, pevçûn û êrişên li dijî artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wî welatî ve li herêma Efrînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku bi giştî 14 leşker û çekdar hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin ku di heyama Newrozê de artêşa Tirkiyê herêmên Şera, Şerawa û gelek deverên din li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê “bi dijwarî” topbaran kirin û hêzên wan jî “di çarçova bersivdayînê" leşker û çekdarên Tirkiyê kirine encam.

Li gor daxuyaniya HREyê, roja 19ê Adarê li taxa Zeîdiye ya Efrînê 2 çekdar û roja 24ê Adarê li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê 2, roja 28ê Adarê jî li gundê Celemê yê girêdayî Cindiresê bi giştî di wan hersê êrişan de 5 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.

Her li gor daxuyaniyê, şervanên HREyê roja 28ê Adarê binkeyeke hêzên Tirkiyê ya li bajarokê Marê kirin armanc û encamê de 4 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn û “du xalên serbazî jî hatin jinavbirin.”

Herwiha HRE diyar dike ku şervanên wan roja 7ê Nîsanê jî li Mareyê binkeyeke hêzên Tirkiyê kirine armanc û leşkerek kuştine û 3 jî birîndar bûne. Li gor HREyê heman rojê li derdora gundê Gobelê yê Efrînê “yekîneyeke kemînê” ya artêşa Tirkiyê bûye armanca şervanên wan û di encamê de 4 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê, di wan şer, pevçûn û êrişan de bi giştî, 9 leşkerên artêşa Tirkiyê û 5 çekdarên ser bi wî welatî ve hatine kuştin û 2 çekdar û 10 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha vîdyoyek derbarê yek ji wan şer û pevçûnan de hatiye belavkirin ku tê de diyar dibe, hejmareke leşkerên Tirkiyê li herêma Efrînê dibin armanca şervanên HREyê.

Piştî ku bajarê Efrînê di encama êrişên berfireh de ket destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, Hêzên Rizgariya Efrînê hat avakirin.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku duh Wezareta Berevaniya Tirkiyê, daxuyaniyek belav kiribû û li gor wê daxuyaniyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Efrînê, hêzên artêşa Tirkiyê kirine armanc û di encamê de 2 serbazên wan hatine kuştin. Li gor heman daxuyaniyê di êriûn hêzên wan de 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihandibû, duh ji danê sibê ve li gundewarê rojavayê bajarê El Babê li rojhilatê Helebê, di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û hêzên Kurdî de şerekî dijwar destpê kir û herdu aliyan pêgehên hev topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî herwiha diyar jî kiribû, têkildarî ziyanên canî yên ji herdu aliyan ti zanyariyeke piştrastkirî nehatiye bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst