Medreseya Sor careke din tê restorekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Medreseya Sor a dîrokî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, restorasyona wê dubare tê kirin.

Medreseya Sor ku berî niha hatibû restorekirin, lê paşê beşek ji dîwar û serbanê wê hilweşa, carke din tê restorekirin.

Di çarçoveya restorasyonê de ji bo nixamdina serbanê medresyê, bi makineyên kar hesin hatin danîn. Li gorî agahiyan serbanê medreseyê dê 2 salan girtî bimîne.

Di sala 2008an de di çarçoveya “Projeya Baweriyê ya Cizîrê” de ji aliyê Serokatiya Îdareya Geşepêdana Herêma GAPê ve û bi piştevaniya Yekîtiya Ewropayşê medrese, hatibû restorekirin.

Her çend bi budçeyeke mezin restorasyona Medreseyê hatibû kirin, lê piştî demeke kurt beşek ji dîwarên hilweşiya bû.

Medreseya Sor

Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e. Medreseya Sor ji aliyê Emîr Şerefê Duyem ve di sedsala15emîn de dema Mîrtiya Cizîrê hatiye çêkirin.

Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor, li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin. Ji ber  bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin.

Tirbeya Melayê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. Medreseya sor dema Mîrtiya Cizîrê û Mîrtiya Şerefxan weke navenda ilm, çand û hunere hatiye bikaranîn.