Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê Myles Caggins tekez dike, “Me HSD û xelkê Rojava weke hevbeşê xwe hilbijartine” û dibêje, “16 milyon dolar pere bo rêgirtina koronayê ji bo navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê hatine dabînkirin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û behsa hevkariya hevpeymaniyê kir di rûbirûbûna DAIŞê de bo Rojavayê Kurdistanê.
Myles Caggins, tekez kir ku Hevpeymaniya Navdewletî heta niha zêdetirî 1 milyon dolar alîkarî pêşkêş kiriye bo dabînkirina kelûpelên pizîşkî ji bo nexweşxaneyan li Heseke û Şedadê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku hevpeymanan alîkariya darayî û kelûpelî pêşkêşî asayîşê dike li navendên desteserkirina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û dibêje, “ew hevkarî bi rêya Wezareta Berevaniyê ve bi budceya me tê dabînkirin. Hevdem ji budceya me, 200 milyon dolar hatine dabînkirin bo alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk, taybetî jî bo şerê li dijî DAIŞê û herwiha berevaniya li wan çekdarên hatine girtin.”
Caggins tekez dike, “Wezareta Derve ya Amerîkayê, zêdetir 16 milyon dolar dabîn kirine bi taybetî bo rêgirîkirin li belavbûna vîrusa koronayê li seranserê Sûriyê ku ev parêzgehên Heseke, Dêrezor û navçeyên din li bakurê Sûriyê li xwe digire. Herwiha hevpaniyê çek û pêwîstiyên din ên şer bo HSDê dabîn kirine ku berdewam di şerê li dijî paşmayên DAIŞê de bikar tên li parêzgeha Dêrezorê.”
Myles Caggins aşkere jî dike, “Ew pereyê ku bi rêya hevpeymanan tê, bi şêweyekî rastexo diçe bo Hêzên Sûriya Demokratîk ku dikarin bo pêdawîstiyên xwe bikar bînin ku pêwîst e bo rêgirtina DAIŞê, bo zîndaniyan, bo navçeyên Dêrezor li Hesekê û ev pere di operasyonên dijî DAIŞê tê bikaranîn, ji ber wê yekê em alîkariyan pêşkêşî HSDê dikin ku em dizanin HSD ji nêzîk ve kar li gel encûmenên xwecihî dike. Ew kelûpelên taybet bi rûbirûbûna COVID-19, bi şêweyekê tên dabeşkirin ku karmendên tendirusî jî bikarin xwe biparêzin û rêgirî li belavbûna vîrusê bê kirin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, “Ji meha Çileyê ve, 33 milyon dolar alîkarî pêşkêşî HSDê hatiye kirin, ev çek û sîstema bergiriyê li xwe digire ku li dijî DAIŞê bikar tên. Herwiha ji bo çek, pêwîstiyên din ên serbazî û mûçeyên şervanan. HSDê erkekî gelek dijwar heye di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.”
Di berdewamiya gotinên xwe de, Caggins dibêje, “Piştevaniya serbazî bo HSDê ti demekê ranewastiyaye û her berdewam in. Bi şev bi êrya firokeyan û bi rêya pereşûtan alîkariyan digihînine HSDê. Em hewl didin ku kêmtirîn xelk di warê fizîkî de peywendî li gel hev hebe, ji ber wê yekê ji asman ve alîkariyan digihînin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî tekez dike ew alîkariyên mirovî jî digihînin ew kêsên li kampan pêwîstiya wan pê heye û dibêje, “Em her tim kar dikin ku piştrast bin alîkariyên mirovî digihijinê, Hevpeymaniya Navdewletî desthilateke mezintir heye, me HSD û xelkê Rojava weke hevbeşê xwe hilbijartine. Helîkopter û firokeyên me bo şandina alîkariyan ji bo wan bikar tînin.”
HSDê û xelk Rojava, dilmezinî û mîhrebaniya xwe bo penaber û derbederiyan li seranserê navçeyê nîşan daye. Hevpeymaniya navdewletî û hevbeşên me yên dîplomasî dê berdewam bin di dabînkirina palpiştiya emnî.”
Caggins dibêje, “Li ser fermana Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, 16 milyon dolarên din ji bo xelkê bakur rojhilatê Sûriyê hatiye terxankirin û ev pere tenê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ye. Em destxweşî li HSDê dikin ku zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê desteser kirine ji 50 welatên ciyawaz.”
Myles Caggins dibêje, “Ez dûpat dikim, Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞê li vê derê ye, karê me parastina seqamgiriyê li xwe digire ku tenduristî beşek e ji vê yekê. Ji ber hindê me palpiştiya darayî pêşkêş kiriye.”
Derbarê 10 hezar çekdarên DAIŞê li zîndanên di bin kontrola HSDê de, Myles Caggins diyar dike, “Ev pirsgirêkeke cîhanî ye û pêwîstî bi çareserkirineke navdewletî heye.”
Derbarê hejmara hêzên Amerîkî li herêmên di jêr kontrola HSDê de, Myles Caggins aşkere dike, “Nêzikî 600 endamên hêzên Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî li rojhilatê Sûriyê û navçeyên din hene. Karê me hevbeşî ye li gel HSDê bo ku hevkarî bikin û herwiha jêrxaneyên hestyar biparêzin.”
Caggins li ser vekişîna hêzên hevpeyman ji hejmareke binkeyên serbazî li Iraq û Kerkûkê, dibêje “Ji bo operasyonên li dijî DAIŞê , hevbeşiya me li gel hêzên Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê dê berdewam be. Her gotobêjek li ser bicîkirina sîstema berevaniyê, tenê bo wê ye, piştrast bin ji parastina serbazên xwe. Di heyam derbasbûyî de zêdetirî 10 hezar serbazên Amerîkî û 10 welatên din ên hevpeymanan, navçe bicî hişt. Hinek ji wan demkî çûn heta ku COVID-19 nemîne. Hinek jî venagerin ji ber, srkevtina hzêên emnî yên Iraqê û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de. DAIŞ niha jî metirsî ye.”
Caggins diyar dike ku wan ji bo xwe ji koronayê biparêzin, şêwaza civînên xwe guhertine ku pêştir wan civînên xwe rûbirû dikirin lê niha ew bi riya telefon û vîdeokonferansan civînên xwe encam didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse