Li Wanê taxek hat kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Taxeke sînorê navçeya Elbakê li Wana Bakurê Kurdistanê hatiye kerentînekirin û li Parêzgeha Xarpêtê jî 9 kesên ku bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketibûn, baş bûne.

Parêzgarê Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku biştî pişkinîna kesekî li sînorê bajarokê Elbakê pozîtîv bûye, wan biryara keretîna wê taxê daye, ya ku ew tê de nişteciye.

Ew kesê bi vîrusa koronayê ketiye berî niha ji Stenbolê çûye wê navçeyê û têkelî bi hejmareke zêde ya xelkî wê taxê re hebûye.

Hêzên ewlekariyê ew tax konrtol kirin, û di dema 48 demjimêran de, dê pişkinîn bo hejmareke nişteciyên wê taxê were kirin.

Ji aliyekê din ve, walîtiya parêzgeha Xarpêtê ragihand, ku 9 kesên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, başbûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin, û ji bo malên wan hatin şandin.