Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicive û herdû mijarên petrodolarên Kerkûkê aktîfkirina lijneyên encûmenê gotûbêj bike.

 

Cemal Mewlûd ku bo Birêvebirina Karûbarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatiye erkdarkirin, ji Rûdawê re got, endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatine agahdarkirin ku îro Sêşemê (09.04.2019) demjimêr 10.00 Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive.

 

Cemal Mewlûd ku li ser pişka Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye, herwiha diayr kir ku di civînê de du mijar tên gotûbêjkirin; yekem gehiştina pereyên petrodolar bo Kerkûkê ku Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi kêfa xwe kar li ser kiriye û duyem jî aktîvkirina lijneyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.

 

Mewlûd da zanîn ku ew wî karê Cibûrî red dikin.

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Cemam Mewlûd ragihand ku ew endamên li Hewlêrê ne, beşdarî civînê nabin û got: "Ereb û Turkmenan amadebûna xwe pêşan dane tevlî civînê bibin, eger hejmara yasayî ya amadebûna endaman jî temam nebe, wê demê rûniştinê dikin rûniştineke rawêjkarî û wan herdu mijaran gotûbêj dikin ku di bernameya kar a encûmenê de ye."