Şandekê bi serokatiya Selîm Cibûrî serdana Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ji ber wefata birayî Dilovan Îdirîs Barzanî sersaxî jê re xwest.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û şamnda pê re kir.


Peyamnêrê Rûdawê ragiahdn ku şanda ji Bexdayê hatiye di civînê de ji ber koça dawî ya birayê Nêçîrvan Barzanî, serexweşî da wî.


Nêçîrvan Barzanî, ji bo peyama sersaxiyê û nîşandana hevxemî û hevderdiyê, sipasiya şandeya mêvan kir.


Pişt re jî rewşa siysî ya Iraqê û çend pirsên girêdayî deverê di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.