Ji HDPê peyama tifaqê: Em dixwazin ligel partiyên Kurdî tifaqê bikin

08-04-2018
Ayser ÇINAR
Nîşan HDP Hilbijartin Tifaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand ku ew weke HDP berî herkesî dixwazin bi partiyên Kurdistanî re tifaqê bikin.

 

Şandeke bi serokatiya hevseroka HDPê Pervîn Buldan û parlamenter Osman Baydemîr, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier û Berdan Ozturk pêk tê duh Şemiyê (07.04.2018) gihişt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêr.


Şanda HDPê duh li Hewlêrê çend hevdîtin pêk anî û biryar e şanda HDPê îro jî, li gel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst û Zehmetkêşan hevdîtinan pêk bîne. Herwiha di bernameya Şanda HDPê de ew heye ku roja duşemê jî, li gel Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê bicivin.


“Em perçe bin kes ligel me rananûne”


Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr ji Rûdawê re behsa serdana şanda wan kir û got: “Em ligel birêz Serok Barzanî civiyan û me sersaxî jê re xwest. Di hevdîtinê de me nêrîna xwe ya derbarê bûyerên 3-4 salên vê dawiyê li Rojhilata Navên rû dide de û pêşniyara xwe çaresriyê ligel Serok Barzanî parve kir. Di navbera gelên çar perçeyên Kurdistanê de ti pirsgirêk nîne. Pirsgirêka sereke dubendiya di navbera partiyên Kurdan de ye.

 

Hevberî tişta herî rewa ya di navbera partiyên siyasî de ye û mercekê demokrasiyê ye, lê mixabin hedê wê were derbas kir wê demê bûyerên weke Kerkûkê dê rû bidin. Kerkûk jî Efrîn e,Cizîrê ye û Sûr e. Yanî çarenûsa yek miletî ye. Ji bo em vê rewşa aloz derbas bikin divê ji bûyerên diqewimin derseke baş werbigrin”


Osman Baydemîr wiha behsa tifaqa dixwazin kir: “Mebesta me ji tifaqa niştîmanî ne em hemû di bin navê partityekê de bibin yek. Bila her alî bê em kom bibin, ji bo pêkanîna Kurd jî weke her gelên din çarenûsa xwe bi awayakî aştiyane, azad û wekhev diyar bikin û di wî warî de Kurd çi dixwazin em gotûbêj bikin. Eger em perçeperçe bin kes li gel me rananûne ser mesayê aştiyê. Lê eger em di doza mafdar a gelê Kurd de bibin yek û stratejîk hevbeş danî ber xwe û wê demê daxwazên me dê li ber çavan bêne girtin.”


Êrişên deverên Kurdistanê


Derbarê êrişên bo ser dever û bajarên Kurdistanê de jî Osman Baydemîr wiha got: “Yek sedema êrişên li Kerkûkê, Efrînê û Şirnaxê bê tifaqiya di navbera aliyên siyasî ya Kurdî de ye, dijmîntiya di navbera wan de ye. Loma dema dijmintiya di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de ji holê rabû, rê li ber êrişan jî tê girtin.

 

Tifaqa em behsê dikin di heman demê de mertala parastina me ye. Ez dixwazim careke din vê yekê binîm ziman; tifaqa di navbera Kurdan de dê deriyê demokrasiyê ji xelkê Tirkiyê re jî veke. Ev yek ji bo gelê Fars jî derbas dibe. Eger Kurd statûya xwe bidest bixin aştiyê vegere Rojhilata Navîn. Heta Kurd azad nebin aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn.

 

Gelo HDPê dê tifaqê bike?

 

Li Tirkiyê ji bo hilbijartinan mijara tifaqan niha yek ji rojeva herî germ e. AK Partî û MHPê ragihandin ku de bi navê tifaqa komarê bikevin hilbijartinan. Di derbarê îtifaqa navbera partiyên din jî niqaş hene. 

 

Eger hilbijartin di demên xwe de bên kirin, biryar e sala peşiya me di meha Adarê de ji bo şaredariyan, di meha Mijdarê de jî ji bo parlamento û serokomariyê hilbijartin bên kirin.

 

Mijara HDPê dê ligel kijan partî yan alî ji bo hilbijartina tifaqê bike tê meraqkirin. Berdevkê HDê û parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen berî çend rojan ser pirsa “gelo hûn dê tifaqê ligel HUDA-PARê bikin?” gotibû: “Em nikarin bibêjin em qet ligel wî alî tifaqan nakin.”

 

Derbarê mijara tifaqan de Baydmîr jî wiha axifî: “Divê berî herkesî partiyên Kurdî di navbera xwe de tifaq bin. Em berî her tiştî dixwazin hemû partiyên Kurdistanê û heta ku alî û kesayetên siyasî tifaqa xwe pêk bînin.”

 

Li ser pirsa “Di vê rewşê de armanca we, ewil tifaqa di navbera partiyên Kurdî de ye?”  Baydemîr wiha got: “Divê pêşaniya me ev be. Divê em di vî warî de serbikevin. Eger em di vê mijarê de serbikevin, wê dema hevpeymana em ligel aliyên demokratîk ên rojavayê Tirkiyê re pêk bînin watedar be.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Bayemîr got: “Eger em di navbera xwe de nebin tifaq û em di vê mijarê de sernekevin zehmet e em bikaribin ligel aliyên din jî tifaqê bikin. Ev yek ji bo Rojava ş Başûr jî derbas dibe. Em vê yekê ji bo birayên xwe yê Başûrê Kurdistanê jî wekî HDPê pêşniyar dikin. A me tenê pêşniyar e.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst