Bi sedan keç û xortên êzîdî dest bi perwerdeya leşkerî kirin!

08-04-2016
RÛDAW
Şervanên êzîdî
Şervanên êzîdî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê, bi sedan şervanên kurd ên êzîdî dest bi perwerdeya leşkerî kirin.

 

Du roj berê li kêleka ziyaretgeha Şerfedîn li devera Şingalê, navendek ji bo perwerdekirina şervanên kurd ên êzîdî hatibû vekirin. Di wê navendê de, ku ji aliyê Hêza Parastina Êzîdxanê ve hatiye vekirin, bi sedan keç û xortên êzîdî dest bi fêrbûna leşkerî û şervantiyê kirine.

 

Li gorî fermandeyên Hêza Parastina Êzîdxanê, derdora 1000 xort û 300 keçên êzîdî di wê navendê de perwerdê dibînin.

 

Fermandeyekî wê navenda leşkerî bi navê Îdo Heyder li ser armanca vekirina wê navendê ji Rûdawê re got, ev navend li dijî ti hêz û partiyekê nehatiye vekirin. Ev der ji bo wê hatiye vekirin ku keç û xortên êzîdî erdê xwe, şerefa xwe namûsa xwe biparêzin.

 

Wî rayedarê leşkerî yê Êzîdxanê anî ziman ku ew li dijî ti partiyekê nînin lê kîjan partî û hêz alîkariya wan bike dê jê memnûn bibin…

 

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl li dijî vekirina wê navendê derket û got, ev lîstok e. Ew girêdayî Bexdayê ne û mûçe ji Bexdayê distînin…

 

Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê, Heyder Şeşo li ser vekirina wê navenda leşkerî gotibû, me ji bo vekirina wê navendê ji ti kesî destûr nexwestiye û em naxwazin jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst