Li Ormiyê zêdebûna pêz zirarê dide jîngeh û kewşenê parêzgehê

08-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 4 milyon û 700 hezar pez û dewar heye. Li gorî pisporên jîngehê, ev rêjeya pêz zirarê digihîne sirûşt û kewşenên Ormiyê ji ber ku hejmara pêz ji kewşenê parêzgehê zêdetir e.

Rûbera parêzgeha Ormiyê 4 milyon û 366 hezar hiktar e ku 61% jê bo çêrandina pez û dewaran hatiye terxandin û ji aliyê Wezareta Kewşen û Daristanan a Îranê ve tê birêvebirin.

Ev di demekî de ku hejmara pez û dewarên Ormiyê bi giştî 4 milyon û 700 hezar ser e, ji aliyekî din şiyana kewşenên parêzgehê tenê têra 2 milyon û 400 hezar pez û dewar dike.

Li gorî pisporên jîngeh û ajeldariyê, zêdebûna hejmara pez û dewaran zirarê dide kewşen û dibe sedema wê ku kewşen têk biçe.

Pispor dibêjin, divê hejmara pez û dewarên parêzgeha Ormiyê were kêmkirin û li şûna ajelên giran ajelên sivik were xwedîkirin û pilan û bernameyên pêwîst bo parastina kewşenên parêzgehê bên cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst