Asayişa Tirbespiyê hatin û çûna xelkê qedexe kiriye
Tirbespî (Rûdaw)- Asayişa bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê kurdistanê ji saet 4ê sibeha îro, duşemê, ve hatin û çûna xelkê qedexe kiribû û ji wan xwestibû ku di malên xwe de bimînin.
Nûçegihanê Tora Mayayî ya Rûdawê da zanîn ku hêzên asayişê dest bi kampaniyeke lêgerîn û pişkinînê li Taxa El-Sewre ku pirraniya nişteciyên wê Ereb in kirine.
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê ew rewşa qedexekirinê heta nîvro berdewam kir.
Derbarê Kampîneya lêgerîn û pişkinînê de, nûçegihanê Rûdawê ragihand ku bajarok ji bal hêzên YPGê ve dorpêçkirî ye û hêzên asayişê heta niha bêhtirî 50 kesî girtine û ti kes nikare derrbasî nav bajêr bibe yan jî ji nav derkeve.
Şahidekî ji bajarokê Tirpespiyê ji Rûdawê re tekez kir ku ji dema nimêja sibehê ve, otombîlên Asayişê li nava bajarok bi amîrên deng bang li xelkê kirine da ku di malên xwe de bimînin.
Berdevkê komîteya cîbicîkar a kantona Cezîrê Ciwan Mihemed ji Rûdawê re got me bihîst ko şanên teroristî li devera Tirbesipiyê hene û karê terorîstî encam dane û bi niyazin hinek êrîşên din jî bikin li deverê lewra hêza asayşê prosesa ( temşît ) paqij kirina deverê kir û ta niha jî berdewame , tu kûştî nînin û tu pevçûn jî nînin lê girtî hene û encamên baş jî ji vê prosesê hene.
Bajarokê Tirbespiyê ku 25 kîlometroyan li rojhelatê Qamişlo dikeve di çend mehên borî de rastî 3ê teqînên xwekujiyê hatibû û di teqîna herî dawî de, endamekî Yekîneyên Parastina Gel YPGê jiyana xwe jidest dabû.