Li ser sînorê Başûr û Rojava xendeq tê kolandin

Zaxo (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê xendeqekê dikole ku dirêjahiya wê 17 km, kûrahiya wê 3 metre û berahiya wê jî 2 metre ye. Aloyê Rojava ji vê yekê nerazî ye…

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêceta ku pêşiya qaçaxiyê bê girtin û rojane gellek kesên ereb ji aliyê Rojava re derbasî Başûr dibin, li ser sînorê navbera Başûr û Rojava xendeqekê dikole.

Xendeq li nav û piştî hinek gundan kurdan re derbas dibe û bi qasî 17 km dirêj, bi qasî 3 metre kûr û 2 metre jî fireh e.

Berdevkê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mihemed ji Rûdawê re axivî û li hember kolandina xendeqê nerazîbûn nîşan da û got, em bi dilgiranî li vê xendeqê dinêrin û jê aciz in çimkî di demekî de ku kurdên Rojava pêwîstî bi alîkariyê heye ev xendeq tê kolandin…