Galeriya wêneyan

08-04-2013
13 Photos
FERMAN ÇOMANÎ

Çiwarqurne (Rûdaw) – Pêşmergeyên hêza 4 a lîwaya 6 ya bejahî li bajarokê Çiwarqurne yê girêdayî Silêmaniyê rêya serekî ya Ranye-Çiwarqurne ji trafîkê re girtin. Di encama xwepêşandanê de pêşmergeyek ji aliyê berpirsekê ve rastî lêdanê hat.

Pêşmergeyek bi navê Hacî Elî ji Rûdawê re ragihand: “Gelek gazindên me hene, lewra em hatin ser cadeyê û me rêya serekî girt. Ji ber ev 40 roje me miaş wernegirtiye. Niha em di perwerdeyê de ne, kes zêdetirî 10 hezar dînar di berîka wî de nîne û em di kiryêyan de ne. Rojane di nava deqeyekê de xwarinên dem derbasbûyî dixwin û li WCyê avê vedixwin.”

Hacî got: “Mijûl bû pirsgirêk bi dawî bibe, lê amîrê dewreyê (Eqîd Sebah) hat û li pêşmergeyekî bi navê Xidir Ehmed da. Pişta wî reş û şîn bû, me şand nexweşxaneyê û bi vê yekê jî rewş xirab bû.”

Giliyê tevayî pêşmergeyan ji dereng ketina miaş, kêmiya miaş a di nava hêzên polîs û asayîşê de heye.