Ji bo Amedê hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Amedê ya AFADê ragihand ku dê sibe baraneke zêde li parêzgehê bibare û divê li hemberî lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ya Şaxa Amedê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
AFADê da zanîn ku dê sibe li parêzgehê baraneke zêde bibare û divê welatî li hemberî rabûna lehiyê hişyar bin û çûnûhatina xwe li gorî vê yekê bikin.
Li gorî daxuyaniya AFADê, li parêzgehê dê piştî nîvro barîna baranê dest pê bike û baran bi awayekî gur be.
Herwiha li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, 9ê Adarê dê li parêzgehên Çewlîg, Mêrdîn, Êlih, Xarpêt û Rihayê jî baran bibare.