Peykerê Sedam ê şikestî çawa gihişt Emnesûreyê?

Hewlêr (Rûdaw) - Çend roj berê peykerekî Sedam Husên ê şikestî, li Muzexaneya Niştimanî ya Emnesûreyê li nava tank û topên têkçûyî hatiye danîn.

Fayeq Hemesalih, li Baxê Giştî yê Silêmaniyê ji Rûdawê re zelal kir bê çawa 21 sal berê peykerê Sedam ji Kerkûkê biriye Silêmaniyê û li mala xwe parastiye.

“Wan milê peyker ji xwe re bir”

 Fayeq Hemesalihê ku wênegirekî rojnameger e got:

“9ê Nîsana 2003yan dema rejîma Sedam ket ez bi Pêşmergeyan re çûm Kerkûkê.

Min roja piştî wê peykerê Sedam dît.

Me bi alîkariya leşkerên Amerîkayê peykerê Sedam xist û milekî wî şikest.

Wan milê peyker ji xwe re bir.

Min jî bi alîkariya hevalên xwe peyker anî Silêmaniyê.”

Silêmanî li ser danîn û nedanîna peykerê şikestî yê Sedam bûye du beş lê piraniya xelkê dibêje, “Divê tawanên Sedam li serê werin nivîsîn da xelk bibîne.”

“Wech û rengê Sedam çawa bûn?”

Birevebirê Saziya Rewşenbîriyê ya Cemal Nebezê Dewen Merûf li ser danîna peykerê Sedam wiha axivî:

“Danîn vî peykerî tiştekî normal e çimkî vêguhastina dîroka dîktatorekî vê herêmê ye ku çarenivîsa wiha bi dawî bûye.

Eger peyker neyê danîn dibe ku neviyên me bipirsin, ‘Wech û rengê Sedam çawa bûn?’”

Helbestvan Îbrahîm Reûfê ku li Silêmaniyê dijî got:

“Divê behsa Helebce û Enfalê jî bihata kirin”

“Eger armanca danîna vî peykerî zilm û zor Sedam bûya divê bi zelalî bihata nivîsin bê Sedam kî ye.

Herwiha divê behsa Helebce û Enfalê jî bihata kirin.”

Heta biha merasîma danîna peyker nehatiye kirin.

Li gorî planê dê merasîm 9ê Nîsanê roja rûxîna rejîma Sedam were kirin.

Muzexaneya Niştimanî ya Emnesûreyê

Muzexaneya Niştimanî ya Emnesûreyê li Silêmaniyê ye, beriya Nîsana 2003yan Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Silêmaniyê bû.

Emnesûre wekî cihê şkenceyên giran ên rejîma Sedam dihat naskirin û dihat gotin, “Derketina kesê ku bikeve wê derê zehmet e.”

Li hêla din, ji ber ku rengê avahiyê sor e navê “Emnesûre”yê lê hatiye kirin.