GEVER – Polîsan alayên DEM Partiyê anîn xwarê

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsan li navçeya Geverê ya Colemêrgê ala û flamayên DEM Partiyê anîn xwarê.

Polîs şeva borî li Taxa Ormanê ya Geverê bi wesayîteke leşkerî ya zirxpoş geriyan û ala û flamayên DEM Partiyê yên li kolanan daleqandî anîn xwarê.

31ê Adarê dê li Tirkiye û Bakurê hilbijartinên xwecihî werin kirin.

DEM Partiyê ev ala û flama çend roj berê ji bo hilbijartinan li kolanan daleqandibûn.

Hilawistina van alayan tiştekî yasayî ye û ti asteng li berê nînin lê polîsan dîsa jî ew jê kirine û anîne xwarê.

Li gorî nûçeya MAyê, xelkê dîtiye ku polîs bi wesayîtên zirxpoş alayan tînin xwarê û wêneyên wan girtine û ev wêne belav kirine.

Xelkê herwiha bertek nîşanî polîsan daye û gotiye em dê taxa xwe bi alayên zêdetir bixemilînin.