Dadgehê bi hinceta “propagandaya PKKyê” ceza da 4 parlamenterên berê

08-03-2024
RÛDAW
Nîşan PKK HDP Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi hinceta “propagandaya PKKyê” 7 sal û 6 meh ceza da 4 parlamenterên berê yên HDPyê.

Hejmarek parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) 17ê Tebaxa 2012an li nêzîkî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê rastî komeke gerîlayên PKKyê hatibûn û bi wan re axivîbûn.

Piştî bûyerê derbarê parlamenteran de li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi hinceta “propagandaya PKKyê” doz hatibû vekirin.

Îro li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê rûniştina doza parlamenterên berê yên HDPyê Adil Zozanî, Halîl Aksoy, Aysel Tugluk, Nazmî Gur û Esat Canan a bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatibû vekirin bi rê ve çû.

Aksoy û Gur ku niha her du jî girtî ne bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî dozê bûn û Tugluk, Zozanî û Canan jî beşdarî rûniştina dozê nebûn.

Aksoy û Gur tawanên li dijî xwe qebûl nekirin û ragihand ku çalakî û gotinên wan di çarçoveya azadiya nêrîn û raderbirînê ya parlamenteran de bûne.

Şandeya dadgehê piştî ku guhdariya parastina parêzeran kir, bi hinceta “propagandaya PKKyê” 7 sal 6 meh ceza li parlamenterên berê yên HDPê yê Colemêrgê Adil Zozanî û yê Agiriyê Halîl Aksoy û 6 sal ceza li parlamenterên berê yên HDPyê yên Wanê Aysel Tugluk û Nazmî Gur birî.

Herwiha dadgehê ti cezayek neda Parlamenterê berê yê HDPyê yê Colemêrgê Esat Canan û derbarê wî de biryara beraatê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst