PWK: Jinên Kurd ti carî serî netewandiye

08-03-2024
RÛDAW
Nîşan Roja Jinan a Cîhanî PWK Jinên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Jinan a Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir.

PWKyê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî peyamek belav kir û ev roj li hemû jinên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

PWKyê diyar kir ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê jin tûşî êriş, tundî û qetlîaman dibin.

PWK teqez dike ku “jinên Kurdan her dem bûne hedefa yekem a dewletên mêtinger lê jinên Kurdan ti carî serî netewandiye.

Jinen Kurdan di hemû serhildan û şerên Kurdan de cihê xwe girtiye û li ber xwe daye.”

“Jin di bin zext û tundiya mêran de ne”

Peyama Komîsyona Jinan a PWKyê ya ji bo Roja Jinan a Cîhanî bi vî rengî ye:

“Jinên Kurd û Kurdistanî tûşî êrişên dewletên mêtinger dibin û gelek jin jî di bin zext û şîdeta mêrên ku li malên me, li kargehên me, li kolanên me û di hemû warê jiyana me de ne dibin.

Di vê roja 8ê Adarê de jî mixabin Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîn jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe ne nikarîne bigirin.

Her çend nîvê civata Kurdistanê ji jinan pêk tê jî jinên Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî bêpar in.

“Jin rastî neheqiyeke mezin tên”

Di mafên civakî, aborî, tevlîbûna jiyana polîtîk û heta mafê perwerdeyê de jî jin tûşî neheqiyeke mezin dibin.

Şer û tundûtûjî herî zêde tesîra xirab li jinan dike. Li Başurê Kurdistanê, li navçeyên niha di bin dagirkeriyê de ne jî şer, wêranî, nearamî berdewam e.

Nimûneya herî berbiçav jana jinên Kurdên Êzidî ye, bi hemû şopa xwe hîn jî birîneke jîndar e.

Di Enfalê de bi deh hezaran jin bi zarokên xwe yên hûr, bî man. Wê ev birîn hîn çend cîlên din şopa xwe ya civakî, derûnî li civatê bihêle.

Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran Kurd, piraniya wan jin û zarok ku ji bo canê xwe xelas bikin, ji Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê koçî Qamişloyê kiriye û ew di bin xaniyên nîvhilweşandî, di holik û çadiran de dijîn.

Nêzî nîvê nifûsê li welatê xwe mihacir bûne. Bêkar, bêelektrîk, bêav, bênexweşxane jiyanekê dijîn. Para mezin a jana giran a vê jiyanê jin dijîn.

Di vê rewşa kambax de jî jin tûşî şîdetê dibin.

Li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê di jiyanê de, di yasayên dewleta Îranê de du hiqûq hene.

Hiqûqa mêran û hiqûqa jinan lê li Îranê wekheviya jin û mêran tenê di sehpa îdamê de heye, jin jî wek mêran tên îdamkirin.

Jîna Emînî ji ber ku Kurd bû hat kuştin.

Di rewşeke wiha de, em dibêjin 8ê Adarê bila bibe roja bilindkirina alaya azadiya jinan, bila bibe roja bilindkirina alaya azadiya Kurd û Kurdistaniyan.

Îro him wekî cinsiyeteke bindest, him jî wekî beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîdet, tacîz, destdirêjî, neheqî û zilmên ku em tûşî dibinê, bi rûmetî em dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

Em wekî jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn lê beşeke ku ji wekheviyê, ji gelek mafên xwe bêpar in.

Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hemberî cudabûnên cinsî yên bi her awayî û neheqiyan dengê xwe bilind bikin, têkoşînê bidomînin.

Divê em bizanibin ku azadiya jinê, di dîroka mirovahiyê de her bûye mifteyek ku deriyê gelek azadiyan vekiriye.

Beriya herkesî divê em jin ji vê yekê agahdar bin.

Jin, helqeya ewil a hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda neteweyî ye.

Jin pirek e di navbera doh, îro û paşerojê de.

Azadiya jinan beşek û katalîzorek e di azadiya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî de.

“Jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e”

Em di vê hişmendiyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e, temînata neteweyeke birexistin e.

Jinên Kurd herdem bûne hedefa yekem a dewletên mêtinger.

Lê jinên Kurd ti carî serî netewandiye. Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cihê xwe stendiye, li ber xwe daye.

Em wekî jinên Kurd û Kurdistanê xwedîlêderketina destkeftiyên federe yên li Başûrê Kurdistanê û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê wekî wezîfeyeke xwe ya neteweyî, niştimanî dizanin.

Em dibêjin, werin em bi şîara `Azadî ji bo Kurdistanê, ji bo jinan, ji bo hemû gelê me’ em roja 8ê Adarê wekî roja têkoşînê, yekîtiyê û piştgiriyê bi cih bînin.

Em bi van hestan di şexsiyeta Leyla Qasim de, 8 Adarê Roja Jinan a Cîhanî ya jinên Kurdistanê û ya hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

Em jin in, xurt in û em dikarin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst