Aşê Tehîna Dêrgulê 154 sal in dixebite: Rojane 400 kîlo tehîn berhem tîne

08-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Tehîna Dêrgulê Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aşê tehînê yê li bajarokê Dêrgulê yê parêzgeha Şirnexê sala 1869an hatiye çêkirin û 154 sal in kar dike.

Rojane 400 kîlogram Tehîna Dêrgulê li vî aşî berhem tê û tê firotin.

Xwediyê aşê tehînê Misbah Demîr got:

“Wekî Dêrgulê me markaya xwe çêkiriye. Em ji kunciyan tehînê çêdikin. Li ser daxwazê bi awayekî online em ji çar aliyên welêt re dişînin.

Ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ve markaya me hatiye tomarkirin.”

Welatiya bi navê Salîha Sanriyê jî li ser aşê tehînê got:

“Ev aşê me ye, em kunciyên xwe lê dihêrin, yê miletê me ye, em hemû tên vir. Tama wê ji ya her aşî xweştir e.

Em kunciyên xwe diçînin, li vir dişon û pak dikin.”

“Kunciyên tên bikaranîn jî yên vê navçeyê ne û yên me ne”

Bajarokê Dêrgulê 20 kîlometreyan dûrî navenda Şirnexê ye. Li Dêrgulê li ser rûberê hezar donim zevî kuncî tên çandin û di vî aşî de dibin tehîn.

Taybetmendiya tehîna vir ew e ku ji sedî 100 ji kunciyan çêdibe û ti madeyeke kîmyewî naxin nav.

Welatî Kamil Atan jî da zanîn:

“Ev 30 sal in em li vî aşî tehînê çêdikin. Aşê vir bi avê dixebite, bi temamî xwezayî ye û kunciyên tên bikaranîn jî yên vê navçeyê ne û yên me ne.”

Xwediyê vî aşî dibêje ji her tonek kuncî 800 kîlogram tehîn berhem tê.

Tehîna Dêrgulê ji hemû bajaran re tê şandin û ew dixwazin hinardeyî derve jî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst