Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê destpê kir

08-03-2023
Nîşan Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê Hewlêr Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir ku biryar e 10 rojan berdewam bike.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemî 8ê Adara 2023yan bi amadebûna Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraq Federal Fayiq Zîdan, hejmareke siyasetmedar, konsul û nûnerên welatan, nivîskar û hunermendan 15mîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir.

Di 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê de zêdeyî 350 weşanxane û pirtûkxane ji 18 welatên cuda beşdar in.

Herî dawî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji ber belavbûna coranayê û rewşa navçeyê sê sal berê hatibû lidarxistin.

Biryar e di çarçoveya pêşangehê de hejmarek çalakiyên çandî û hunerî werin sazkirin û hejmareke nivîskar û helbestvan berhemên xwe îmze bikin.

15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê heta roja 18ê Adarê berdewam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst