Li Kampa Serê Kaniyê dibistaneke nû hat vekirin

08-03-2023
Hisên Omer
Nîşan Serê Kaniyê Kampa Serê Kaniyê Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Serê Kaniyê ku koçberên herêma Serê Kaniyê tê de dimînin, dibistaneke nû hat vekirin.

Dibistana ku ji 18 refên perwerdeyê pêk tê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye avakirin.

Berê, tenê 2 dibistan li vê kampê hebûn û xwendekaran tenê 2 demijmêran perwerde didîtin.

Lê piştî vekirina vê dibistanê ku wê nêzîka 1000 xwendekarên seretayî lê bixwînin êdî demijmêrên perwerdê dê bibin 5 demijmêr.

Hejmara xwendekaran li Kampa Serê Kaniyê, ji refa yekê heta bekeloriya, 3150 xwendekar e û bi giştî 3 dibistan li kampê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst