Bavê ku 'Yeşîl' keça wî bi îşkenceyê kuşt: Dema me wêneyê wî li stadyûmê dît ez û hevjîna xwe giriyan

08-03-2023
RÛDAW
Bavê ku 'Yeşîl' keça wî bi îşkenceyê kuşt: Dema me wêneyê wî li stadyûmê dît ez û hevjîna xwe giriyan
Bavê ku 'Yeşîl' keça wî bi îşkenceyê kuşt: Dema me wêneyê wî li stadyûmê dît ez û hevjîna xwe giriyan
Nîşan Yeşîl Ayten Ozturk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di lîstika futbolê ya di navbera Amedsporê û Bursasporê de alîgir û yarîzanên Bursasporê êrîşî yarîzanên Amedsporê kiribûn û di yarîgehê de posterê Mahmut Yildirim ku wek “Yeşîl” tê naskirin û “Cem Ersever” bilind kirin. Bavê Ayten Ozturk, Xidir Ozturk got, “Dema me wêneyê “Yeşîl” li stadyûmê dît ez û hevjîna xwe giriyan.”

Bavê Aytenê Xidir Ozturk got, “Bursaspor û Amed/Diyarbekirspor dilîstin. Dema li stadyûmê min posterê wî kesî dît ku wek Yeşîl tê naskirin, ez û hevjîna xwe rûniştin û saetekê giriyan.”

Xidir Ozturk welatiyekî xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, 31 sal e daxwaza cezakirina kujerê keça xwe dike.

Ew dibêje, Ayten a keça wî ji aliyê Mahmut Yildirim ve hatiye kuştin ku wek “Yeşîl” tê naskirin. Lewra gilî derbarê wan kesan de tomar kiriye ku posterê kujerê keça wan di leyistika navbera Bursaspor û Amedsporê de bilind kirine.

Bavê Aytenê Hidir Ozturk anî ziman, “Keça min guhê wê hatibûn birîn û laşê wê hatibû parçe-parçekirin. Bi dirêjahiya 31 salan min li hemû saziyên dewletê û li parlamentoyê behsa bûyera xwe ya diltezîn kir. Heta îro jî berdewam behs dikim, digirîn û dikelim. Wan wêne û posterên wan kesan bilind kirin, wate peywendiya wan bi hev re heye, di vê derbarê de min gilî tomar kiriye û gilîker im.”

Alîgirên Bursasporê li nav stadyûmê, posterê Mahmut Yildirim ku wek “Yeşîl” tê naskirin û “Cem Ersever” bilind kirin.

Wan di salên notî yên sedsala borî de li Bakurê Kurdistanê gelek tawanên kuştinê kirin. Her li nav stadyûmê û di dema leyistika roja Yekşemê ya vê hefteyê de wêneyê “Torosên Spî” jî belav kirin; ew otomobîla ku bûbû sembola wan tawanên dihatin kirin.

Ayten Ozturk di 27ê Temûza 1992an de li bajarê Dêrsimê ji aliyê “Yeşîl” ve hat revandin û îşkencekirin. Heştê Tebaxa heman sale termê wî li goristaneke bajarê Xarpêtê hat dîtin.

Parêzerê dosyayê li Dozgeriya Giştî ya Dêrsimê li dijî Mahmut Yildirim û wan kesên li nav stadyûmê poster bilind kirine gilî tomar kiriye.

Parêzer Cîhan Soylemez got, “Mixabin heta îro derbarê kuştina Ayten Ozturk de, ji ber dozgerên giştî helwêstekî çalak wernegirtine û Mahmut Yildirim ku wek Yeşîl tê naskirin ji ber wêya ji aliyê hinek hêzên nav dewletê ve dihat parastin, heta niha nehatiye girtin.”

Fermandariya Îstixbarat û Grûpa Antî Terorê ya Cendirmeyan “JITEM” ku rêxistineke nehênî ya dewleta Tirkiyê bû, di salên heştê û notan ên sedsala borî de çendîn tawanên kuştinê li Bakurê Kurdistanê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst