Hewlêr (Rûdaw) – Konfederasyona Kurdên Diaspora (Diakurd) bi boneya bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û tê de ragihand ku bê azadiya jinan civat azad nabe
Diakurd bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû jinên li Kurdistan û cîhanî kir.
Diakurd di daxuyaniya xwe de dibêje: “Diakurd rêz û hurmetê ji xebat û tekoşîna berdewam û newest a jinan ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de digire û xebata jinan di warên siyasî, aborî û civakî de bilind dinirxîne.
Diakurd tekez kir ku ew û rêkxistinên endam li ser vê bawerê ne ku mafê jinan mafê nîva civakê ye û mafê bingehîn a mirovî ye û bê azadiya jinan, civat azad nabe û rûyê pêşkevtin û geşekirinê bi xwe ve nabîne û dibêje: “Diakurd her di destpêka xebata xwe de heya niha berdewam dijî hemî cureyên çevsandin û cudahîdananên di navbera mirovan û nemaze jin û mêran de bûye. Em li ser vê bawerê ne ku di civata mirovatiyê dê wê demê aştî û azadî misoger dibe ku tev endamên civakê xûdiyê mafê wekhev û erkên civakî li gor hêz û şiyanên xwe bin.”
Di peyama xwe de Diakurd balê dikişîne ser rola jinên Kurd di berevaniya welatê xwe de û dibêje: “Em di demekê de roja cîhanî a jinan bi bîr tînin ku di heyamê çend salên derbasbûyî de di çepera berevanî û berxwedana jinên Kurd dijî hizrên dagîrker û kevneşop yên saziya terorîstî ya "Daişê"de jinên kurd rolek sereke û bi bandor di pêxema parastin û berevanîkirin ji nîştiman û axa welatê me de dîtine.
Di gel wê ku li warê dîrokî û çandî de rewṣa jinên Kurd li hember jinên neteweyên derdûra Kurdan hem li warê pêgeha civakî û aborî bêtir û bilindtir e, lê serbarê vê çendê jî mixabn jinên Kurd hem ji aliyê deshilatên dagîrker bi ser Kurdistanê û hem jî ji aliyê çand û kultûra mêrserdest (mêrsalar) û zal bi ser Kurdistanê we dibine qurbanî û bi hemî awayekî têne çevsandin û tûşî tundûtîjîyê dibin.”
Diakurd herwiha dibêje: “Pêka qewareya çandî û civakî ya netewa Kurd, jinên Kurd yên Diaspora bi taybet li welatên pêşkevtî yên cîhanê jî serbarê hebûna derfetên baştir ji bo pêşkevtin û geşekirinê, qurbaniyê yekem yê kultûra mêrserdestiyê ne û li ber vê çendê piraniya derfetên xwenîşandana hêz û şiyana wan û pêşkevtinên hewce ji wan tên sinordarkirin. Serbarê xebat û tekoşîna jinan di pêxema wekhevî û dadperweriya civakî, rêyek dûr û dirêj li hember jinên Kurdistanê û civatên kevneşop de maye ji bo gehiştin bi azadî û wekheviya civakî. Tu roj nebin ku jinek kurd nebîte goriyê kultûra tundûtîjiyê ya naskirî bi navê "tundûtîjiya namûsî", mixabin ew diyardeya han li derweyî welat jî bi awayên curbicur tê dîtin. Serkevtî be xebata wekhewiya jin û mêran! Pîroz be 8'ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse