Serok Barzanî: Di şoreşa gelê me de rola bilind a jinên Kurdistanê heye

08-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîrozbahî li jinên Kurdistan û cîhanê kir û ragihand ku di şoreşa gelê Kurd de rola bilind a jinên Kurdistanê heye.

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 8ê Adara 2022yan, bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistanê û cihanê kir.

Di peyama xwe de Barzanî ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriyê, dibêje rêza ji rola jinên Kurdistanê re heye,

Serok Barzanî di twîta xwe de diyar kir: "Bi helkefta heştê Adarê pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Rêz û pêzanînên min ji bo cangorî û rola bilind a jinên Kurdistanê ya di şoreş û xebata gelê me de heye."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst