Heft çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê bi kefalet hatin azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Heft ji wan çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ku di du mehên borî de hatibûn desteserkirin, roja Yekşemê bi kefalet hatin azadkirin, heta dema dadgehkirina wan.

Sê ji wan çalakvanan bi navên Ferhad Mûsapûr, Ferîdûn Mûsapûr û Behmen Yusifzade xelkê bajarokê Rebet ser bi Serdeşt bûn û li bajarê Urmiyê desteserkirî bûn. Her yek ji wan bi kefaleta 500 milyon timen hatin azadkirin.

Ew hersê kes piştî azadkirinê ji aliyê kesûkar û hinek niştecihên Rebet ve pêşwazî li wan hat kirin. Ew roja 9ê Çileya 2021ê bi tohmeta hevkarîkirina partiyên opozisyona Komara Îslamî ya Îranê hatibûn desteserkirin.

Ferîdûn Mûsapûr yek ji rêveber û mamostayê zimanê Ingilîzî yê Navenda Fêrkariya Zimanê Rêziman bû. Behmen Yusifzade jî xwendekarê Zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Mehabad e.

Li gor raporta Komeleya Çalakvanên Mafên Mirov a Îranê, roja 7ê Adara 2021ê çar girtiyên din bi navên Soran Husênzade, Sîrwan Nûrî, Şepol Xizrî Efşîn Mam Ehmedî ku niştecihên Mehabad in, bi danîna kefalet û bi awayekî demkî hatine azadkirin. Ew jî li Urmiyê di girtîgehê de bûn.

Di du mehên derbasbûyî de zêdeyî 100 çalakvanên sivîl, xwendekar û welatiyên sivîl li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin ku piraniya wan hê di girtîgehê de ne.