Li Rojavayê Kurdistan jinan di şerê li dijî DAIŞê de roleke sereke dîtin

08-03-2021
Madlên a Aşûrî di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûye
Madlên a Aşûrî di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûye
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê jin mil bi milê mêran, şerê DAIŞê kirin. Gelek ji wan şehîd bûn. Madlên Xamîs jineke Aşûrî ye, tevlî şerê li dijî DAIŞê bû di şer de birîndar bû, niha jî di nav HSDê de fermandar e.

Fermandeya Hêzên Sûriya Demokratîk Madlên Xamîs di sala 2012 de dibe yekem jina Aşûrî tevlî hêzên serbazî dibe û niha hevseroka Encûmena Parêzvanên Xabûre ku ji bo parastina 33 gundên Aşûrî li derdora Çemê Xabûr li gundewarê Til Temir şer dike.

Fermandeya HSDê a Aşûrî Madlên Xmîs dibêje: Ew qas teror û qerebalixî û rêxistinên cûrebecûr ên ku berê wan ket devera me, tiştekî ne li bîr bû, me bawer nedikir ku em di xewnan de jî bibînin, loma, vê rewşê em neçar kirin.

Li wê derê 17 hezar kes ji pêkhatiya Aşûrî hebûn, ji wê hejmarê tenê 1200 kes mane. Li heman navçeyê 16 kenîse li gorî amarên rêxistina xaça Sûryanî,  wêran bûne.

Madlên diyar kirk u DAIŞê name ji wan re dişand û got: “Em wek Aşûriyan, gelek gef li me dihatin xwarin û peyam ji me re dihatin şadin ku em xaçan daxin, gelek jî hatin revandin û li hemberî wê yek berê me dida diravdayinê.”

Madlên ji çekan hez nedikir û şer hilnedibijart lê kuriya birîna ku DAIŞî vekir ew poşman kir ku ji zû ve fêr nebibû. Ww û hevjînê xwe hevçeper in û hevserok in jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst