Ajeldarên Wanê ji ber erdhejê têne qerebûkirin

08-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku ajeldarên bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê qerebû bike ku di dema erdheja roja 23ê Sibatê de ziyan gihîştibû ajalên wan.

Li taxên li Wanê ku erdheja bi lerza 5,9 a ku navenda wê Xoya bajarê Îranê ye tesîr lê kir ji bo diyarkirina jimara heywanên ku telef bûn xebat hatin temamkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê piştî erdhejê li herêmê xebatên tesbîtkirina xisarê dan destpêkirin.

Di xebatên ku ji aliyê tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ve hatin kirin de hat diyarkirin ku di bin kavilan de hezar û 860 pez û 34 dewar telef bûn.

Piştî xebatên tesbîtkirinê di çarçoveya daxwaza muxtarên taxên ku xisar dîtine de biryar hat dayîn ku bedela ajelên telef bûne wekî hîbe bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst