Em daxwaza azadkirina peyamnêrê xwe Rawîn Stêrk dikin

08-03-2020
RÛDAW
Nîşan Rawîn Stêrk Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Roja 28ê sibata 2020an tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Rawîn Stêrk Yildiz û kameraman Mihemed Şîrîn Akgun pêk dihat, di dema rûmalkirina çûna bi kom a koçberan ji Tirkiyê bo Yewnanistanê li Wîlayeta Edirneyê, peyamnêr û kameramanê Rûdawê çûbûn herêma qedexekirî ya navbera Tirkiyê û Yewnanistanê ji bo rûmalkirina rewşa koçberan li ser sînor û rêgirtin û rijandina gaza rondikrêj ji aliyê polîsên Yewnanistanê ve li beramberî koçberan, di wê demê de Rawîn û Mihemed ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Di dema desteserkirina wan de, Tora Medyayî ya Rûdawê hemû hewlên yasayî dan ji bo azadkirina tîma desteserkirî ya Rûdawê û hêj di hewldanên xwe de bi rêyên yasayî berdewam e.

Kameramanê Rûdawê Şîrîn Akgun roja 4ê adara 2020an ji aliyê dadgeha Edirneyê ve hat azadkirin. Lê peyamnêrê me Rawîn Stêrk Yildiz ji bo Enqereyê hate şandin û roja 6ê adarê ji aliyê dadgeha Enqereyê biryar hat dan ku Rawîn mehek û nîvê bê desteserkirin ji bo lêkolînê û paşê careke din ji bo pêşberî dadgehê bê birin. Parêzer daxwaz kiriye dema desteserkirina wî bê hilweşandin û Rawîn bê azadkirin.

Rawîn Stêrk Yildiz di dema karê rojnamevanî de hatiye desteserkirin. Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz dike ev yek li ber çav bê girtin û Rawîn bê azadkirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê

8ê adara 2020an

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst