Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îpekyolu ya Wana Bakurê Kurdistanê di çar kargehan de 7 hezar û 490 dermanên qaçax hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariya Parêzgeha Wanê, li navenda bajêr û navçeyan xebatên dijî kesên ku ji bo qezanca neheq bi bazirganiya qaçax re mijûl in, berdewam in.
Di vê çarçoveyê de tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Tawanên Organîze li navçeya Îpekyoluyê di çar kargehan de lêgerîn pêk anîn.
Di lêgerînê de 7 hezar û 490 dermanên qaçax ên wekî tablet, mecûn, jel û sprey ên ji bo cinsî û herwiha kîlowergirtinê hatin bidestxistin.
Derbarê xwediyên kargehan S.R.G, M.T, Î.K, F.Ş. û O.A. de ji ber sûcê “dijayetiya yasaya hejmara 5607” kar pê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse