Nêçîrvan Barzanî: Spasiya hevjîna xwe û hemû jinên Kurdistanê dikim

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi helkevta roja 8ê Adarê de dibêje, jinên bihêz û wêrek hertim di nava me de hebûne. Encûmena Wezîran a Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, cihê şanaziyê ye ku jinên Kurdistanê hertim bi awayekî bibandor di hemû warên xebat û têkoşînê de beşdar bûne.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkevta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan peyameke vîdyoyî belav kir.

 

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Îro di Roja Cîhanî ya Jinan de, silav li hemû jinên Kurdistanê be. Jinên bihêz û wêrek hertim di nava me de hebûne. Îro ez dixwazim bi awayekê taybet spasiya hevjîna xwe û hemû jinên Kurdistanê bikim.”

 

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê jî herwiha di peyama xwe ya taybet bi Roja Cîhanî ya Jinan de, vê rojê li jinên Kurdistanê pîroz kiriye û dibêje, erkê hemû kes, kom û aliyên Kurdistanê ye, bi taybetî jî ya elîtan, ku piştevaniyê li pirsa wehkevî û çespandina bingehên wekheviyê bikin, ji bo jiyaneke tijî ji nirxên mirovdostî, civakeke lêborde û wekhevîxwaz û pêşerojeke geş.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, “jin hertim qurbaniyên sereke yên tundûtîjiyê bûne û di serî de jî, qurbaniyên tundûtîjiyên şer û wan karesatan bûne ku bi serê gelê me de hatine, her ji Enfal û kîmyabaranê bigre heta karesata êrîşa nemirovane ya terorîstên DAIŞê di derheqê jinên me yên Êzidî de li Şingalê, lê belê ti bûyereke karestbar nekariye mezinahiya jinên Kurdistanê û moralê wan bo jiyan, xebat û serbilindiyê, kêm bike.”

 

Encûmena Wezîran tekez dike: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim bi xemlêxwarinê, weke prensîpeke sabit a mafên mirov û demokrasiyê, li dosyeya wekhevî û mafên jinan nihêriye û tevî hebûna deste û saziyên hikûmî yên taybet bi jinan û yên berevaniyê li mafên wan dikin, rewşeke guncaw jî ji bo kar û têkoşîna rêxistinên nehikûmî yên taybet bi warê jinan û mafên wan, hatiye amadekirin.”

 

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de tê gotin: “Jin di kerta perwerdeyê û pêgihandina nivşê îro û yê pêşerojê yên gelê me de xwedî roleke sereke ne û sal bi sal jî rola wan di vê kerta giring de zêdetir dibe. Bilindbûna rêjeya jinên parlamenter û xwedî postên bilind û giring di saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de, amajeyeke giring a bihêzbûna bingehên wekheviyê ne, amadebûna jinên Kurdistanê di warê sermayedaneriyê û sektora taybet de, pêngaveke din a giring e bo beşdariya wan di civakê de û divê di vî warî de bi awayekê ciddî piştevanî li hewlên wan bê kirin û bêtir bêne geşkirin.”