Encûmena Wezîran nehiştina paşekewta mûçeyan gotubêj dike

08-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Encûmena Wezîran Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro înê dicive û pirsa paşekewta mûçeyê fermanberan gotûbêj dike.

 

Serokê Fermengeha Hevahengî û Şopandinê ya Herêma Kurdistanê, Dr. Nûrî Osman ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro ya Encûmena Wezîran de, dê pira nehiştina paşekewta mûçeyan were nirxandin.”

 

Dr. Nûrî Osman got: “Em dê li bendê bin daku bizanin di civînê de dê çi biryarek were dayîn.”

 

Ji aliyekê din, biryar e Iraq di demeke nêzîk de beşeke din ji mûçeyîn fermanberên Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

 

Serokê Demkî yê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Ehmed Sefar jî ji Rûdawê re da xuyakirin, li gorî zanyariyên ku ji Wezareta Darayî gihîştine wan, di vê mehê de, 522 milyar Dînar dê ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û pêşmerge ji Herêma Kurdistanê re were şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst