EFRÎN - Li Cindirêsê şerê kolan bi kolan dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê îro Pênşemiyê navenda bajarokê Cindirêsê li başûrê rojavayê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin. Çavkaniyên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî dibêjin, hêzên girêdayî bajarokê li bajêr bûne, lê şerê kolan bi kolan berdewam dike.

 

Îro Pêncşemî 8ê Adara 2018, Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ragihandin, ku hêzên wan gihîştine navenda bajarokê Cindirêsê û ev bajarokê herêma Efrînê jî kontrol kirine.

 

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan, Ramî Ebdulrehman jî ragihandiye: “Hêzên Tirkiyê û yekîneyên Sûrî yên girêdayî wê, piştî bombebarana esmanî û topbaraneke berfireh, navenda bajarokê Cindirêsê bi temamî xistine bin kontrola xwe, ku dikeve başûrê rojavayê Efrînê.”

 

Herwiha ajansa nûçeyan a France Pressê (AFP) jî diyar kiriye, ku hêzên girêdayî Tirkiyê ketine navenda Cindirêsê û wêneyên hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyê û hêzên Tirkiyê ku tê nîşandan li navenda bajarokê Cindirêsê ne, belav kiriye.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê jî, li çend navçeyên Cindirêsê heta niha jî şerekî giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de berdewam e.

 

Hêzên girêdayî Tirkiyê ragihandine, ku wan di şerê Cindrêsê de 129 şervanên YPGê kuştine.

 

Li gorî medyayên Tirkiyê jî, tevî ku hêzên ser bi wî welatî ve derbasî navenda bajarokê Cindirêsê bûne, lê belê hêj şer li deverên cuda û taxên vî bajarokî berdewame e.

 

YPG kontrolkirina tevahiya navenda Cindirêsê red dike, lê piştrast dike, ku hêzên Artêşa Tirkiyê û girûpên opozisyona Sûriyê derbasî hinek taxên Cindirêsê bûne.

 

Çavkaniyên ser bi YPGê ve dibêjin, niha şer û pevçûnên giran li tax û kolanên Cindêrsê berdewam e.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî îro têkildarî operasyona artêşa wî welatî û çekdarên girêdayî wê li Efrînê ragihand, ku “operasyona Çiqla Zeytûnê li Efrînê dê heta meha Gulana îsal berdewam be.”

 

Li gor Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê, bi kontrolkirina Cindirêsê, hejmara bajarokên Efrînê ku ji aliyê hêzên wan ve hatine kontrolkirin, dibe 5 bajarok. Artêşa Tirkiyê û  Artêşa Azad a Sûriyê pêştir ragihandibûn, ku bajarokên Raco, Bilbil, Şiyê û Şera ji aliyê wan ve hatine kontrolkirin.

 

Artêşa Titrkiyê ragihandiye, ku piştî Cindrêsê dora kontrolkirina bajarokê Mabeta ye û hêzên wan dê êrişî vê bajarokê herêma Efrînê bikin.

 

Li aliyekê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk duh Çarşemiyê ragihand, ku ew dê 1700 şervanên xwe ji eniyên şerê li dijî DAIŞê yên li Dêrezor û Reqayê vekişînin û ji bo berevaniya ji Efrînê, bişînin wê herêma Rojavayê Kurdistanê.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê ji roja 20ê Çileya îsal ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê dane destpêkirin.

 

Tirkiye, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û baskê leşkerî yê wê YPG ku rêveberiya Efrînê di destê wan de ye, weke rêxistinên terorîstî û baskên Sûriyê yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nav dike û îdia dike, ku hebûna wan li ser sînorê wî welatî metirsiyê bo ser asayişa netewiya wî welatî çê dike.

 

Ji aliyê xwe ve PYD û YPG wan daxuyaniyên Tirkiyê red dikin û dibêjin, ku ew tenê îdia ne û ji dema ku wan desthilatdariya herêmên Rojavayê Kurdistanê girtine destê xwe, ji sînorê wan ve ti metirsî bo ser Tirkiyê çênebûye.