VÎDEO - Keç û jinên Kurdên Êzidî hawar û gaziyên xwe birin Lalişê

09-03-2017
RÛDAW
Keç û jinên Kurdên Êzidî di roja 8ê Adarê de serdana Perestgeha lalişê kirin.
Keç û jinên Kurdên Êzidî di roja 8ê Adarê de serdana Perestgeha lalişê kirin.
Nîşan Kurdistan Perestgeha Laliş Kurdên Êzidî Keç Jin Êxsîr DAIŞ Roja Cîhaniya Jinan
A+ A-

Şingal (Rûdaw) –  Di 8ê Adarê de ku weke Roja Cîhanî ya Jinan tê naskirin, 200 jinên Kurdên Êzidî, li perestgeha pîroz a êzidiyan, li Lalişê kom bûn û bi duayan ev roj pîroz kirin.

 

DAIŞê di sala 2014an de gava êrîşî Şingalê kiribû, karesata herî mezin hatibû serê jinan û çekdarên DAIŞê bi hezaran keç û jinên Kurdên Êzidî êxsîr girtibûn û li bazaran weke kole kirrîn û firotin bi wan dikirin.

 

Bi hezaran jinên Kurdên Êzidî hêj di destê DAIŞê de ne. Lewma di vê Roja Cîhaniya Jinan de, 200 jinên Kurdên Êzidî çûn Lalişê û li wir ji bo rizgarbûna xizm û kesûkarên xwe dua kirin.

 

Hin ji wan bi rondikên çavan, hinek ji wan jî bi çavên hêvîdar, merasîma vê rojê li dar xistin.

 

Keç û jinên Kurdên Êzidî weke adetên kurdewarî bi cilên sipî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

 

Di nav kesên amadebûyî de, jinek bi navê Leyla heye. Bi gotina Leylayê hêj 20 kes ji keç û jinên malbata wan di destê çekdarên DAIŞê de êxsîr in.

 

Leyla dibêje: “Emê herin Laliş û emê duayan bikin, da ku keç û jin û kesûkarên me rizgar bibin. Emê hêvî bikin ku êxsîrên me vegerin. Wa nîvê Mûsilê girtine, lê xeberek ji êxsîrên me nîne. Çavên min li rêya êxsîran qerimîn. Ez dixwazin ku dengê me bigihîje hemû dewletan, daku alîkariya me bikin û êxsîrên me ji destê DAIŞê werin rzigarkirin”.

 

Li perestgeha Lalişê dengê girî, hawar û duayên keç û jinên Kurdên Êzidî bilind bibe û têkelî hev dibin.

 

Yek ji wan jinên ku di 8ê Adarê de serdana perestgeha Lalişê kiriye, Şîrîn Circo ye.

 

Şîrîn bi çavekî tijî rondik duayan dike, ku Xwedê keç û jinên Kurdên Êzidî û kesûkarên wan ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike.

 

Şîrîn ji Rûdawê re dibêje: “Ez bi dilekî kul hatime cem Şêx Hadî. Bila Şê Hadî keremekê li me bike û heqê me bistîne. (Şêx Hadî) Tu heqê êzidiyan li erdê nehêlî û wisa bikî ku bi zûyî û ne derengî êxsîrên me li me vegerînî. Şêx Hadî hawara me hate ber te. Ez hatime duayekê ji bo xwe bikim û duayekê ji bo êxsîrên xwe û bo êzidiyan bikim. Ez hêvî dikim êxsîrên me ji destê DAIŞê derkevin, ji destê kafiran derkevin, ji kafiran jî pîstirin”.

 

Herwiha keçeke din a Kurdên Êzidî ya bi navê Lîviya yek ji wan keçan e ku nû ji destê DAIŞê rizgar bûye. Nîviya tenê 10 roj dibin ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye û di 8ê Adarê de hatiye serdana perestgeha Lalişê.

 

Lîviya ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Ez ji nû ji destê DAIŞê derketime. Ez dizanim yên bin destê DAIŞê çawan in (di çi halî de ne). Ez daxawz ji hemû jinên cîhanê dikim, ku alîkariya me bikin. Ez dixwazim ew alîkariya me bikin û keç û dayikên me ji destê DAIŞê derxînin”.

 

Derbaskirina roja 8ê Adarê, Roja Cîhaniya Jinan li cem keç û jinên Kurdên Êzidî cudatir ji jinên din ên cîhanê ye. Ew li şûna pîrozkirina wê rojê hêvî û daxwaz dikin, ku jinên din ên cîhanê pitir hest bi êrş û derdên wan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst