Barzanî bi PSKê re nexşerêya doza Kurd li Bakur gotûbêj kir

08-03-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Barzanî PSK Bakurê Kurdistanê Doza Kurd Diyalog Nexşerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî bi şandeke PSKa Bakurê Kurdistanê re civiya û bi wan re derbarê nexşerêya karê siyasî yê kurd û doza kurd li Bakurê Kuridstanê de gotûbêj kir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çarşemî 8ê Adarê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) ya Bakurê Kurdistanê Mesûd Tek û şandeke pê re kir ku ji endamên Desteya Serokatiya wê partiyê pêkhatibûn.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wê ya fermî hatiye belavkirin, ragihand ku di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û aboriya Tirkiye û herwiha doza Kurd li welatê Tirkiye hat gotûbêjkirin.

 

Herwiha Mesûd Barzanî û Mesûd Tek tevî şanda PSK behsa wan astengî û gefan jî kirin, ku li Bakurê Kurdistanê li pêşiya xebata siyasî ya Kurd heye.

 

Her di vê civînê de derbarê pirsa Kurd li navxweyê Tirkiyê de, tekezî li ser yek gotariya aliyên niştimanperwerên Kurd li Tirkiye hat kirin û bi pêwîst jî hat zanîn, ku diyalog û xebatên aştiyane nexşerêya karê siyasî ya Kurd li Tirkiyê be.

 

Di beşeke dinê vê civînê de şanda PSKê behsa kar û çalakiyên xwe kir û helwesta xwe ya di derbarê referanduma li ser Destûra Tirkiyê de ji Barzanî re aşkera kir û daxwaz jî li Barzanî kir, ku ji bo yekxistina navmala Kurd li Tirkiyê piştevaniya wan bike.

 

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û Iraqê, paşaroja Kurd li Sûriyê û herwiha hevkêşeyên navdewletî û herêmî şirove kir û şîretên pêwîst di derbarê doza Kurd li Tirkiyê de pêşkêşî şanda PSKê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst