14 kesên din jî ji Sûrê hatin derxistin!

Amed (Rûdaw) – Walîtiya Amedê ragihand, 14 kesên din ji navçeya Sûrê ya Amedê hatin derxistin.

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexe, şer û topbaran didome.

 

Walîtiya Amedê di daxuyaniyekê de ragiand ku duh ji saet 16:00 heta 17:15, korîdorek ji bo derxistina wan kesên ku ji ber şer li nav avahiyên Sûrê de asê mane.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 14 kes hatine derxistin ku 2 jin û zarokek jî di nav de hene.

 

Walîtiyê her wiha ragihand, ewên ku ji Sûrê tên derxistin, eger sivîl bin derbasî cihên aram dibin lê yên ku endamên PKKê bin radestî hêzên ewlehiyê tên kirin.

 

Çend roj berê jî hinek kesên ku ji ber şerê li Sûrê asê mane, hatibûn derxistin lê 8 kes ji wan hatibûn girtin.

 

Tê texmînkirin ku zêdetirî 150 sivîl li jêrzemînên Sûrê de ji ber şer asê mane û newêrin ji  tirsa girtinê derkevin.

 

Kesên rût li nav Sûrê!

 

Ji aliyekî din, hinek malperên Tirkiyê wêneyên çend kesên rût belav kirine û îdia kirine ku ew wêne li Sûra Amedê hatine kişandin û yên di wêneyê de jî endamên PKKê ne û teslîm bûne!

 

Walîtiya Amedê derheqê wan wêneyan de jî ragihandiye ku haya wan ji wan wêneyan tine.