Tevgera Ciwanên Kurdistanê 8ê Adarê Roja jiyanan pîroz kir

08-03-2015
Mahîr Yûksel
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê bi munasebeta 8ê Adarê Roja Jinan ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurdistan ve daxuyaniyek hat dayîn. Endamên tevgerê bi cil û bergê xwe yên Kurdistanî roja jinan li hemû jinên leheng ên dîroka Kurdistanê de cih girtine pîrozkirin.

Jinên wek Leyla Kasim û sakîne Cansiz û hîn gelek jinên din yên tekoşer bi rêzdarî hatin bibîranîn û hate amaje kirin ku tekoşîna jinên kurd di nava dîroka Kurdistanê de xwediyê roleke girîng e.

Ciwanan anî ziman ku di rêya serxwebuna Kurdistanê de pêdiviyeke mezin bi tekoşîn û enerjiya jinan heye. Piştî daxuyaniyê ciwan  bi  erbane û alayên Kurdistanê meşiyan û dirûşmeyên wek “Bijî Serxwebûna Kurdistan” berz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst