Jiyan û debara dayika Şêrînê li ser hêk û mastê gund in


Mêrdîn (Rûdaw)- Li navçeya Midyatê ya Mêrdînê dayika 65 salî Şêrînê Guneş debara xwe li ser hêk û mastê gund dike. Şêrînê ligel temenê xwe yê mezin bi ked û hewldana xwe debara xwe dike û li ser piyan dimîne. Şêrînê, ji bo debarê her hefte 4 caran 7 km dimeşe û li Midyatê hêk û mastê xwe difiroşe.

Jin di 8ê Adarê de li gelek navend û kolanan dadikevin qadan û daxwaza mafê xwe û azadiya xwe dikin. Dixwazin ku êdî ked û vîna wan bê dîtin û di nava hemû qadên jiyanê de xwedî vîn û biryar bin.

Li gundan jiyan li ser pişta jinê jîn dibe. Li Gundê Selxê yê navçeya Midyatê ya Mêrdînê dayika 65 salî Şêrinê Guneş debara xwe li ser hêk û mastê gund dike.

Dayika Şêrînê hêkên mirîşkên xwe û mastê sewalên xwe yê gund li Midyatê difiroşe û pê debara xwe dike.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Şêrînê diyar kir ku hevserê wê nexweş e û li Stenbolê tê dermankirin.

Dayika Şêrînê ku 7 zarokên wê hene debara hemû malbatê li ser pişta wê ye.

Dayika Şêrînê anî ziman ku alîkarî û piştgiriyê ji ti kesî nagire û bi derfet û keda xwe li ser piyan dimîne.